Hûn ne ewlehî ne!
Di dezgehên ewlehîyê de, bi hev re li dijî nijadperestî û nazîyan!
8ê Gulana 2021, salvegera teslîm û rizgarîya Almanya ji Faşîzma Alman, sedemek pîrozbahiyê ye. Lêbelê ew jî roja gilî ya Nijadperestî, Antî-Semîtîzm û Faşîzm. Em îro li Almanyayê, gilî li pirsgirêka Polîsan (#Polizeiproblem) dikin. Em daxwaz dikin: Lêpirsîna domdar a bûyerên nîjadperestîyên bêhejmar û yekser bênazîkirina dezgehên ewlehiyê . Em dibêjin: ev ne ewlehî ye!
Em gilî dikin:
şîdeta polîs a nijadperest - kontrolên cihêkar, tirsandin, êrîş, kuştin û mirinên li girtîgehan - li Almanya rêza rojê ye. Mijar ne "dozên ferdî" yên trajîk e, mijar nijadperestîya sazûmanî li dijî penaber, mirovên reş, rengîn, Roma: nja û Sinti: zze. Ji 1990 de, bi tenê 181 kesên ku ji nijadperestiyê mexdûr bûn, li girtîgeh û qereqolên polîsan hatin kuştin. Qad û kolan wekî "deverên talûke" têne ragihandin ku mirovên rengîn bêsedem werin krîmînalîze kirin. Sînor jî ji bo pir kesan tê wateya tecrubeyên şîdetê: Zordarîya polîs, dersînorkirin a nemirovane.
Polîsê we heye, pirsên me hene:
Bi taybetî di sala paşîn de, gelek Berlînîyan baweriya xwe bi xebatên rayedaran winda kir. Di serdegirtinên li dijî deverên jîyana piştî koçberiyê, wekî barên nargîleyê, atmosfera civakî ji bo kuştina nîjadperestî ya neh kesan di 19ê Sibata 2020 de li Hanauê afirand. Lê ev ne hemî ye. Dê hîn jî, mexdûrên şîdeta nîjadperestî ji hêla sazîyên ewlehîyê ve timûtim wekî sûcdarên potansiyel tên dîtin. Lêpirsîna berdewam li ser êrişên terorîstên rastgir li Neuköllnê tenê mînakek e. Di bin çavên Nivîsgeha Parastina Destûra Bingehîn sûcdar tên parastin, serdozgerê komarê yê sereke xwe wekî sempatîzanek AFD eşkere dike , encamên komîsyona lêpirsînê pirsên din tîne hişê mirovan û damezrandina komîteyek lêkolînê ya parlamentoyê ji salan tên asteng kirin. Di bûyerên nîjadperestî û neo-nazî de, hema hema her dem kêmasî li ser daxwazîya zelalkirinê tê dîtin. Mînakî, di bûyera 2012-an de li Neuköllnê Burak Bektaş hat kuştin, lê di derbarê kujerê wî de, polîsê Berlînê heya îro naxwaze tiştek bibîne. Wiha tê xûyandin ku rayedarên ewlehiyê yên Berlînê sîstematîk têk diçin û hindik eleqedarê zelalkirina van bûyeran dibe.
Çekdar û amade
Ev jî ne hemû ye. Teşwîqkirina nîjadperestî û dij-femînîstî di nav komên sohbetên polîsên Berlînê de, dijî Misilmanan, Roman û Sîntîyan, yahûdî û penaberan. Komên neo-Nazîyan NSU 2.0 tehdîtên mirinê bi agahîyên kesane yên li ser komputerên polîsên Berlînê bikar tînin. Karmendên ewlekarîya dewletê li dijî çepgiran, agahdarîya lêpirsîna navxweyî û nameyên gefxwarinê bi rêkûpêk derbasî AfD û neo-Nazîyan dikin. Hema hema her roj raporên li ser tevnên rastgir ên di nav rayedarên ewlehîyê de digihêjin me, yek jî, cebilxane û teqemenî ji stokên wan winda dibin. Hejmara torgilokên rastgir û Naziyên çekdar ên di nav sazîyên ewlehîyê de dibe ku pir zêdetir bin, lê Karmend û agahdarên di nav ewlehîyê de nahêlin ev dozan eşkere bibin. Lê desthilatdar rûreşkirin û krîmînalîzekirina hemû kesên ku li dijî ajîtasyona rastgir derdikevin tercîh dikin.
Polîs li her deverê, ewlehî li tu derê
Di çend dehsalên paşîn de lêçûnên civakî hatine birîn, lê desthilatîyên polîs û daraz bi domdarî berfireh bûn. Pirsgirêkên civakî her ku diçe zêdetir bi şîdet û zext tê bersivandin. Ji bo berjewendîyên qezencê, mirovên bêmal ji Rummelsburger Bucht hatin derxistin û pub hatin girtin. Dema jêhatîbûn û îspata çalakdarîya dewletê were nîşan kirin, serdegirtin li mizgeftan, baregehên Nargîleyan û komeleyên kurdî an jî li ser antî-faşîstan pêk tê. Bi taybetî tevgera Kurd zordestîyê ji dewleta Almanya dikişîne, lê Almanya jî bûye darê zorê ya rejima tirk. Bikaranîna polîs di rewşên krîza derûnî de rewşa nexweş giran dike û, wekî di bûyera Maria B. ya Friedrichshain de, bi mirinê diqede. Haceta ewlehîyê xeterek e, ji ber ku ewlehîyê çênake ji bo mirovên li vî bajarî, lê ji bo pergala milkê kapîtalîst û ji bo yekê rejîma koçberiya nijadperest.
Şîdetê bidawî bikin
Em matmayî û bihêrs in. Ev jî ji ber tevgera biguman a hikûmeta eyaleta Berlînê li dijî xebitandina amûrek ewlehîyê, ku ew e li gorî kêfa xwe kontrola demokratîk vedikişîne. Dema ku li Berlînê lêkolîna li ser nijadperestîyê di polîs de hîn jî li bendê ye, mexdûr ji zû de dizanin ku polîs bixwe pirsgirêk in. Ew li ber xwe didin, li dijmirovahîyê rûreş dikin û têkoşîna edaletê bikar tînin. Ger ku Senatorê Berlînê yê Navxweyî jî qebûl dike ku polîsê Berlînê profîlkirina nijadî dike, wê hingê divê encam di dawiyê de peyda bibin. Hewldanên heyî ku polîs bi demokratîk rêk bixin, mînakî ji jikargirtina karmendên polîs, têrê nakin. Em li xwe hêvîyên derewîn çê nakin, ji ber ku em ji tecrubeyên xwê dizanin: Guhertinên sîyasî tenê bi zexta hevpar a li kolanê diqewimin. Gavên pêwîst û Çavkanîyên ji bo eşkerekirina nîjadperestî, dij-semîtîzm, û şîdeta neqanûnî a polîs di destê mexdûr û civaka sivîl a Berlînê de ye. Ew lêçûnên darayî yên mezin ji bo amûra ewlehîyê bêtir û ne çêtirîn li perwerdehî, tenduristî, xanî, kirêyên erzan, xebata civakî û karê civakê were veberhênan. Ji ber vê yekê ye ku em di sala hilbijartina giştî de, guhertinên radîkal di rayedarên ewlehîyê de, şopandina domdar a hemî mafan û ji bo awayek cuda danûstandina pirsgirêkên civakî dixwazin. Êdî bi vî rengî tune.
Li kolanan ji bo meşa 8ê Gulana 2021.
Hûn ne ewlehî ne.
Bi hev re di rayedarên ewlehîyê de li dijî nîjadperestî, antî-semîtîzm û Nazîyan.
8ê Avrêl 2021
ABA - Aktionsbündnis Antirassismus
Amaro Foro
Antifa Friedrichshain
Aktivist*innen im Bereich Mieten, Soziales und Wohnen
Aufstehen gegen Rassismus Berlin
Basta - Initiative zur Aufklärung rechter Straftaten
Berliner Bündnis gegen Rechts
Berliner Bündnis "Gemeinschaftlicher Widerstand"
Berliner Obdachlosen Hilfe
Berliner Vereinigung der Verfolgten des Naziregimes – Bund der Antifaschistinnen und
Black Pond Antifa
Antifaschisten Berlin (VVN-BdA)
BiLaN Berlin – Bildungsinitiative
Bündnis Zwangsräumung verhindern
Corasol
Damn*orga
Death in Custody
Decolonize Berlin
Die Urbane. Eine HipHop Partei
Each One Teach One (EOTO)
Ende Gelände Berlin
Entnazifizierung Jetzt
Freie Kurdische Gemeinde Berlin
Fridays for Future Berlin
FRE!LAUF DIY Bike-Camp
Initiative Amed Ahmad
Initiative für die Aufklärung des Mordes an Burak Bektaş
Initiative Hermannplatz
Initiative in Gedenken an Oury Jalloh
Initiative Kein Generalverdacht
Initiative Schwarze Menschen in Deutschland (ISD) - Berlin
Initiative Rromnja
Interventionistische Linke Berlin
Jugendliche ohne Grenzen
Justizwatch
Kontakt- und Beratungsstelle für Flüchtlinge und Migrant_innen e.V. (KuB)
KOP - Kampagne für Opfer rassistischer Polizeigewalt
Kritische Jurist*innen der FU Berlin
Leute für die Meute
Leave No One Behind Nowhere
Migrantifa Berlin
Migrationsrat Berlin
Mieterpartei
Nationalismus ist keine Alternative Berlin
Netzwerk NoBorder. NoProblem
Neukölln Watch
No Border Assembly
No Nation Truck
Omas gegen Rechts
Rattenbar-Kollektiv
Reclaim Club Culture (RCC)
Revolutionärer Jugendbund
Rheinmetall Entwaffnen Berlin
RomaniPhen e.V.
Solidarity City
Solid Berlin
Schlafplatzorga Berlin
Seebrücke Berlin
TOP B3rlin
Theater X
Tribunal NSU-Komplex auflösen! (Berlin)
We'll come United
Wohnungslosen Parlament
Wo ist unser Denkmal
Women in Exile
Wrangelkiez United
Xart Splitta
Zeitschrift Bürgerrechte & Polizei (CILIP)
Descendez dans les rues pour la parade du 8 mai 2021!
Rejoingnez le mouvement et mobilizez les gens!
Contact: [email protected]
Voici tous les matériaux importants: